Ciwanên 4 perçe Kurdistan siwanek hevbeş avakirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ciwanên 4 perçeyên Kurdistanê sîwanek hevbeş avakirin.

Ev meheke rêxistinên ciwanan yên 4 perçeyên kurdistanê ji bo siwanek hevbeş pêk bînin gelek civîn li darxistin.

Herî dawî rêxistinên ciwanan yên bi navê

Rêxistina Azadiya Lawanî Kurdistan,

Senterî Geşepêdanî Çalakiya Lawan,

Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistan,

Ciwanên HDP, PYD,

Navenda Xwendekarên Yekgirtû Îslamî,

Xwendekar û Ciwanên Rêxistinên Sivîl Jibo Felsefeya Zerdeştî,

Navenda Zerdeştiyên Kurdistan

li navenda YNK’ê ya li Silêmaniyê hatin gel hev û bi daxuyanineke pilansazî û siwana xwe ya hevbeş ragihandin.

Pilansaziya Siwana Hevbeş a Ciwanên 4 perçê Kurdistanê wihaye:

1- Ji bo piştgiriya pêkanîna kongreya netewî, nirxên netewî û destekdayîna KNK’ê xebat bê meşandin.

2- Li Iraqê daxwaza guhertina destura bingehîn tê kirin, lê ger ku ev guhertin li dijî berjewendiyên gelê Kurd û destkeftiyên wan be, emê qebûl nekin.

3- Ji bo pêşxistina ciwanên Kurdistanê di aliyê exlaq, çand û perwerdeyê de xebat bê meşandin.

4- Ji bo parastina çanda herçar perçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Başûr û Rojavayê Kurdistan têkoşîn bê meşandin.

5- Li ser bazirganan zext bê kirin ku fabrîqeyan çêbikin û berhemên xwemalî zêde bibin û li Başûrê Kurdistanê ciwan bêkar nemînîn.

Leave a Reply

Back to top button