Ji bo piştgirya bi Berxwedana Rûmetê re li Silêmaniyê 60 Hunermend konserek li dar xist

Ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê hunermend jî di nav tevgerê de ne.
Li Silêmanî 60 hunermend bi dirûşmeya “Em hemî Rojavayî ne”, konserek li dar xistin.

eşa Hûnera Mûzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ev 2 heftena amadekariya konserê dike, ev daxwaza xwe pêk anî.

Îro li Silêmanî bi tevlîbûna 60 hunermendan, ji bo Rojava konsereke hevbeş hat dayîn.

Serokê Rêveberiya Huner û Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê Babekir Direyî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê li dijî tevahî mirovahiyê ne.

Babekir Direyî got:

“Pêwîste em bi huner, gotar û boykota aborî helwesta xwe nîşan bidin.

Divê em hemû piştevaniya hev bikin.”

Leave a Reply

Back to top button