KARAYILAN: DEWLETA TIRK DI ŞERÊ BEJAHÎ DE LI DIJÎ GERÎLA BÊ ÇARE MAYE

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan derbarê çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk û jinûve avakirina gerîla axivî û got:

“Li Kurdistanê xet û modela gerîlayên sedsala 21’ê tê afirandin. Di vî warî de em zelal û bi biryar in.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk ji ajansa Firatê re axivî.

Murad Karayilan diyar kir ku eger hêzên gerîla heta niha hatibûna tasfiyekirin, wê hem pêşî li nîqaşên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hatibûya girtin, hem jî pirsgirêka Kurd bi temamî ji rojevê hatiba serxistin.

Murad Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê bejahî de li dijî gerîla bê çare maye û niha jî şer bi giranî bi hêzên profesyonel, îstîxbaratê, teknîk û şerê psîkolojîk dimeşîne.

MÛRAT KARAYILAN:
ÎRADEYA ARTÊŞA TIRK A JI BO ŞERÊ GERÎLA GELEKÎ QELS E

Endame Biryargeha Navenda Parastian gel diyar kir ku artêşa Tirk ji ber vê yekê giranî daye ser şerê hewayî û got:

“Tişta ku niha dewleta Tirk dike ev e. Hejmara artêşê mîna xwe maye.

Hêzên paramîlîter jî mîna pîneyê lê zêde kiriye. hewl dide bi şerê hewayî xwe ji rewşa xitimandî derxîne.

Ji ber ku îradeya wan a ji bo şerê li dijî gerîla gelekî qels e.”

MÛRAT KARAYILAN:
GERÎLA BI PÊŞANGTIYA PARADÎGMEYA OCALAN VÊ XWE NÛ KIR

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir, tevgera wan bi pêşangtiya paradîgmeya Rêber Ocalan ve xwe nû kir û got:

“Me timî hewl da mijara nûbûna rêbaza gerîla her tim di rojeva xwe de bihêlin.

Lê ev du sal in Projeya Jinûve avabûnê di rojeva HPG’ê de ye.

Herî dawî di civîneke HPG’ê de biryar li ser jinûve avakirina gerîla hate dayîn.

Ev proje ne weke yên beriya xwe tenê ji bo perwerdekirin, pisporkirin û şarezakirina gerîla ye.

Bi projeyê re em dixwazin xet û modela nû ya sedsala 21’ê ya gerîla li Kurdistanê biafirînin”.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan herî dawî got:

“Em ê di wê baweriyê de ne ku em ê wezîfeyên xwe yên serdema nû bi vî rengî bi cih bibin.

Bersivê bidin bendewariyên Rêber Apo, şehîdên leheng, gelê me û dayikên me.

Leave a Reply

Back to top button