Donald Trump: Divê Erdogan dev ji dijminahiya Kurdan berde

Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku wê 13 Mijdarê hevdîtinekê bi serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan re bikin.
Trump idia kir ku, wî ji Erdogan xwestiye, divê karê dijminane li dijî Kurdan bi dawî bike.

Donald Trump li ser malpera xwe ya Twitterê diyar kir ku, ew li gel Serokomarê Tirkiyê Erdogan axiviye..

Trmp da zanîn ku wî têkildarî “sînorê Sûriyê, têkbirina terorê û bidawîkirina karên dijminane li dijî Kurdan”, bi telefonê bi Erdogan re axiviye.

Her wiha desntîşan kir ku, wê van mijaran bi berfirehî roja 13 Mijdarê bi Erdogan re nîqaş bike..

Her wiha tê ragihandin ku wê Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi karûbarên Sûriyê James Jeffrey roja Înê serdana Tirkiyê bike.

Beriya niha Tirkiyê ragihandibû ku, wê Erdogan serdana xwe ji bo Emerîka rawestîne û vê yekê jî dispêrin nameya Trump e ku Erdogan weke “ehmeq” bi nav kiribû.

Leave a Reply

Back to top button