Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Eger em Rojava neparêzin, wê sibe Başûr jî were dagirkirin

by ehmad aseed
320 views
Bi banga seferberiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî re bi dehan ciwan ji Başûrê Kurdistanê tevlî bangê bûn û berê xwe dan Rojava. Ciwanên ku tevlî Berxwedana Rûmetê bûn diyar kirin ku parastina Rojava di heman demê de tê wateya parstina Başûrê Kurdistanê. 

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk re gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana Rûmetê bûn û niha di çeperên berxwedanê de li dijî dagirkeriyê şer dikin.

Şervanên ji Başûrê Kurdiatanê bal kişandin ser armanca qirker a dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan û destketiyên li her devera Kurdistanê ye.

Şervanên ji Başûr diyar kirin ku dewleta tirk bi hêncetên bê bingeha dixwaze qirkirina Kurdan rewa bike û gotin,

“Eger em îro destketiyên Kurdan ên li Rojava, Şoreşa Rojava neparêzin, wê sibe ev dewletên dagirker êrîşî Kerkûk, Silêmanî û heta Hewlêrê bikin û tevahiya Başûr dagir bike.”

Şervanan destnîşan kirin ku dagirkirina Rojava wê bibe dagirkirina tevahiya Kurdistanê.

Şervanan di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû hêzên Kurdan kirin ku li ber dagirkeriyê rabin.