Berdevka Pentagonê: Em binpêkirinên Tirkiyê yên peymanên çekan lêkolîn dikin

Birêveberiya Emerîkayê dest bi lêpirsîna peymanên çekan ên bi Tirkiyê û sûcên şer yên li dijî Kurdan têne kirin, kiriye.
Her wiha 5 senatorên Emerîkî bang li Emrîkayê kir ku helwesta xwe ji bo binpêkirina Tirkiyê ya agirbestê nîşan bide û cezayan lê bibire.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, rastî gelek bertek û nerzîbûnan hatin.

Ev êrîş jî rastiya dewleta Tirk raxist ber çavan û ji bo li Tirkiye ceza were birrîn gelek alî ketin nav tevgerê.

Herî dawî, Emerîka wê peymanên çekan ên navbera xwe û Tirkiyê de di ber çavan re derbas dike.

Berdevka Pentagonê Carla Gleason diyar kir ku Emerîka dixwaze bizane gelo Tirkiyê peymanên çekan binpê kirine, yan jî gelo ev çek ji wekîlên xwe yên li Sûriyê re şandiye yan na.

Li gorî hinek berpirsan ji CNN re eşkere kirine, dewleta Tirk gelek çek û alavên şer ên giran daye çeteyên xwe yên li Sûriyê û ev hiştiye ew bi lez li Sûriyê bi pêş biçin.

Berpirsan diyar kir ku ev cihê lê pêşde çûne jî, ew cihên ku sûcên şer li dijî Kurdan pêk anîne.

5 SENATOR BANG LI TRUMP KIR: EGER TIRKIYE AGIRBESTÊ BINPÊ DIKE, WÊ CEZA BIKE

Ji aliyê din ve, 5 senaretorên Emerîkî nameyek ji wezîrê derve yê Emerîkayê Mike Pompeo re şandin û tê de hat xwestin ku agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûrî, were lêkolînkirin.

Senatoran destnîşan kir ku hêzên artêşa Tirk li derveyî herêma ku ji bo agirbestê hatiye destnîşankirin tev digerin û li nêzî Til Temirê êrîşî hêzên Kurd dikin.

Her 5 senatoran, bang li Trump jî kir ku eger ev yek rast be, bila helwest were nîşandan.

Seneratorên Emerîkî got:

Gelek caran serok Trump gotibû, eger Tirkiyê pabendiyên xwe bi cih neyne, wê helwestê nîşan bide û aboriya wê hilweşîne.

Li gorî vê rewşê, em ji rêveberiyê dixwazin ku li gorî lihevkirina 17’ê Cotmehê tev bigere û rêkarên aborî yên hişk werin girtin.

 

Leave a Reply

Back to top button