Meheke tijî berxwedan gel û şervanan li dijî dagirkeriya dewleta tirk li pey xwe dihêlin.
Şervanên QSD’ê jî di çarçorveya parastina rewa de bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dide.
QSD’ê ragihand ku di encama 24 saetên dawiyê de 20 çete hatine kuştin û tankek hatiye derbkirin.
Îro 30 rojin berxwedaniya rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li dare.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 24 saetên dawî ya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe ya teknîkî, ji bejahî û hewayî ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin.
Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan.
Li Eniya Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser gundên Tewîl, Dibisa, Menacîr û Um El Kêf.
Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da û şerekî diwar rûda.
Di encamê de 9 çetêyên artêşa Tirk hatin kuştin.
Li eniya Zirganê artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş xwe li ser gundên Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawidiyê, Xişmê û Zirgan domandin.
Li eniya Eyn Îsa yê jî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Berberîyê, Şergiradê û El Nasiriyê kirin.
Şervanên QSD’ê êrîşa li ser van gundan şikandin û 11 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 birîndar bûn û çekêk çeteyan jî ket destê şervanan.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetên dawiyê de li tevahiya eniyan 20 çete û leşker hatin kuştin, 6 birîndar bûn, çekek AK-47 ket destê şervanan û tangek hat derb kirin.
20 ÇETE
6 BIRÎNDAR BÛN
TANGEK
ÇEKEK AK-47
QSD’ê dazanîn ku di encama van şeran de 15 şervan şehîd û 13 jî birîndar bûne.