Bi boneya 1’ê mijdarê parlamenterên berê yên Herêma Kurdistanê diyarkirin ku berxwedana Kobanê mînakek gelek girînge ji bo yekitiya gelê Kurd û gotin:
Divê em Kobanê bikin bingehek ji bo ava kirina yekitiya netewî û li darxistina Kongreya Netewî.
Parlamenterên berê yên Herêma baûrê Kurdistanê bi rast hatina roja cîhanî ya Kobanê axivîn.
Parlamenteran diyarkirin ku berxwedana Kobanê mînakeke geleke girînge ji bo yekitiya gelê Kurd û destkeftiyek mezin û dîrokiye bû.
Serokê Fraksyona Azadî yê berê ê di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, Ebu Karwani ser bandora serkeftina Kobanê ya li ser yekitiya gelê Kurd got:
Ev yek bû sedemê peywendiya dinavbera Kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo yekitiya dinavbera Başûr û Rojava de pêngavek baş bû.
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) jî Qadir Rezgeyî jî li ser heman mijarê axivî got:
Em dikarin Kobanê ji bo 4 beşên Kurdistanê bikin mînak.
Em Kobanê bikin bingehek ji bo ava kirina yekitiya netewî û li darxistina Kongreya Netewî.
Her wiha endama Parlamentoya berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Tevgera Goran Êvar Îbrahîm li ser berxwedan û serkeftina Kobanê, bi taybet rola jinan axivî û got:
Jinên Kobanê bi îrade û hêza xwe nîşandan ku, jinên Kurd çend xwedî hêz, hebûn û qehremanin.
Ev jî cihê kefyxweşiyê ye, jinên Kobanê hebûna jinên her çar beşên Kurdistanê îspat kirin.