Dezgeha Mirovî ya Mam 12 ton derman ji bo Rojava komkir

Xelkê Başûrê Kurdistanê bi hemû derfetên xwe piştgirî dide Berxwedana Rûmetê.
Dezgeha Mirovî ya bi navê Mam, 12 ton derman û pêdiviyên tendirûstiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê komkir.
Alîkariya ku hatiye komkirin wê bi rêya Heyva Sor a Kurd bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Dezgeha Mirovî ya bi navê Mam ku ev demeke ji bo Rojava derman û pêdiviyên tendûristiyê kom dikir, ev xebatên xwe bi encam kir.

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Mirovî ya Mam Felah Selah der barê xebatên kampanya alîkariyê de daxuyaniyek da.

Felah Salah diyar kir ku wan di nava 2 hefteyan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê 12 ton û 750 kg derman û pêdawîstiyên tendirûstiyê yên cûr bi cur komkirine.

Berpirsê Ofîsa Heyva Sor a Kurd ya Silêmanî Geylanî Ebdulqadir jî têkildarî vê alîkariyê axivî û sipasiya xwe ji Dezgeha Mirovî ya Mam kir.

Leave a Reply

Back to top button