Mezlûm Ebdî: Divê Rûsya û Emerîka sozên xwe bi cih bînin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navnetewî, DYA û Rûsyayê kir ku sozên xwe bi cih bînin.

Fermandar Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê wiha got:

“Divê Koalîsyona Navnetewî, DYA û Rûsyayê sozên xwe bi cih bînin û nehêlin demografya herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve werin guhertin.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku divê peymana bi navbeykariya birêz Pence û birêz Pompeo pêk bînin.

Her wiha divê were piştrastkirin ku kesên vegerin ser xaka xwe neyên binpêkirin û revandin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bang li NY jî kir û got:

Daxuyaniyê birêz Guterres ên têkildarî îhtîmala avakirina komîteyek lêkolînkirina pêşnûmeya Tirkiyê ya avakirina jingehan li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, tê wateya hevkariyeke xeter a NY bi siyasetên qirkirinê re.

Leave a Reply

Back to top button