Rêxistinên Mafên Mirovan li dozgeriya Almanya gilî kirin

Bi nêzîkbûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê sûc û hovîtiya wan her diçe zêde dibe.
Qirkirin û hovîtiya ku 6 sale didome di rojeva rêxistinên mafên mirovan yên cîhanê de ye.
Rêxistinên mafên mirovan ECCHR û STJ’ê têkildarî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018’an ve li Efrînê dike, li Dozgeriya Federal a Almanyayê gilî kirin.

Qirkirin û hovîtiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin di rojeva rêxistinên mafên mirovan a navnetewî de ye.

Rêxistinên Mafên Mirovan ên bi navê Navenda Mafên Mirovan û Destûra Bingehînî ya Ewropayê-ECCHR û Sûriyeyiyên ji bo Edalet û Heqîqetê-STJ li Dozgeriya Federal a Almanyayê gilî kirin.

Buroya çapemeniyê ya ECCHR derbarê mijarê de bi daxuyaniyekê diyarkir ku li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk û çeteyên wê bi rêk û pêk êşkenceyê li Kurdan dikin.

Her du rêxistinan eşkere kirin ku piştî êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Efîrnê bêtrî 300 hezar Kurd ji cih û warê xwe bûn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, sûcên ku çete li Efrînê dikin, dikevin ber hiqûqa navneteweyî û wiha hate gotin;

“Binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê alîgirên Tirkiyê hatine kirin dikevin ber hiqûqa navneteweyî û sûc e.

Li gorî pîvana pêwendîdar a hiqûqa navneteweyî dibe ku Elmanya dest bi lêpirsînê bike.”

Her du rêxistin û tevî şeş kesên ku ji sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyan rizgar bûn, di 19’ê Çileya 2024’an de wê li Dozgeriya Federal a Elman gilî bikin.

“Divê hesabê sûc û qirkirina li Efrînê bê pirsîn”

Yek ji welatiyê Efrînî ku êşkence lê hatibû kirin dibêje,

“Hê jî heman kiryar dewam dikin.

Dixwazim edalet bi cih bê û hesab bê xwestin.

Ji ber vê ez erka xwe dibînim ku kiryarên tên kirin ji cîhanê re ragihînim.”

Back to top button