Li Îranê Erd Hejiya – di encamêde herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

by ehmad aseed
124 views
Li Bakur Rojavayê Îranê vê sibehê bi pileya 5.9’an erdhejek çêbû.
Li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Îranê, serê sibehê li Başûrê eyaleta Azerbeycanê bi pileya 5.9’an erdhejek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku bajarên Miyane, Rojavayê Azerbeycanê, Kurdistana Rojhilat, Tewrêz, Zencan, Geylan û Erdelanê jî ji erdhejê bandor bûn.