Asûrî li gel QSD’ê erdên xwe diparêzin

Li gundê Til Cuma yê navçeya Til Temirê bavê 85 salî û kurê xwe yê 59 salî yên asûrî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin û ji mala xwe dernakevin.
Kur û bav diyar kirin ku wê heta dawî li kêleka şervanên QSD’ê bimînin û li ber xwe bidin.

Li navçeya Til Temir û gundên girêdayî wê di her kolanekî de Asûr, Kurd û Ereb hene.

Li gundê Til Cuma yê girêdayî navçeya Til Temirê ku piranî şêniyên wê Asûrî ne, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di malên xwe de ne.

Şêniyê bi navê Xoşaba Îbrahîm yê 85 û kurê wî Îsa Îbrahîm yê 59 salî diyar kirin ku dewleta tirk bi van êrîşên xwe hemû pêkhateyan dike hedef.

Xoşaba Îbrahîm got, “Gund bi tevahî hat şewitandin. Dewleta Tirk bi van çeteyên ku xwedî kirine dixwaze aramiya me xira bike û asûriyekî jî sax nehêlin. Erdogan dixwaze siyasete Osmaniyan dubare bike.Em dev ji axa xwe bernadin.”

Kurê wî Îsa Îbrahîm jî destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze aramiya li vê herêmê xera bike û anîn ziman ku yê Asurî ji DAIŞ’ê xelas kir QSD’ê bûn, ji ber vê yekê wê li rex hêza xwe bisekinin û bi hev re axa xwe biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button