Rêveberiya Xweser 2 kampên nû ava dike

Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker bi sedhezaran şêniyên Sêrê Kaniyê û Girê Spî neçar man koçber bibin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji ber hejmara zêde ya koçberan hewl dide 2 kampan nû vebike.
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî bang li rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku erkên xwe pêk bînin û alîkariyê bidin.

Ji bo bi sed hezaran kesên ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji cih û warên xwe koçber bûne vegerin malên xwe, sazî û rêxistinên navnetewî ti gav navêjin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk saziyên li Rojava vegeriyan û niha Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm hewl dide pêdiviyên koçberan bi cîh bîne.

Rêveberiyê dest bi avakirina 2 wargehên nû yên koçberan kir.

Yek ji van wargehan wê li gundê Tiwêne yê Hesekê, ya din jî gundêwarê Reqayê Til El-Simin ê were avakirin.

Rêveberiya Xweser her weha ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, niştecihên wargehên Mabrûka veguhestin Kampa Erîşe û yên Eyn Îsayê jî veguhestin Kampa Mehmudliyê.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Cîhan Mihemed diyarkir ku ji bo avakirina van wargehan ti sazîyên navnetewî alîkarî nedane wan.

Cîhan Mihemed diyarkir ku bi taybet di warê tendûristiyê de pêdiviya alîkariyê heye û bang li tevahiya rêxistinên mirovî kir ku vegerin Rojava û berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.

Leave a Reply

Back to top button