Roebuck: Emerîka ji bo rawestandina qirkirinê, li dijî Erdogan nesekinî

Cîgirê Nûnerê Emerîkî yê Koalîsyona navdewletî William Roebuck, ji ber ne-rawestandina êrîşên dewleta Tirk a li ser bakurê Sûrî rexne kir û diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer li wê herêmê dike.

Berpirsê Emerîkî William Roebuck, bîrnameyek hundirîn nivîsand û tê de got:

Emerîka ji bo pêşîgirtina qirkirinê hewl neda ku li dijî Erdogan tedbîrên bihêztir were girtin.

William Roebuck, di bîrnameya xwe de diyar kir ku ji bo tiştê ku Tirkiyê li Bakurê Sûrî dike, ji bilî sûcên şer an qirkirineke nijadî, em nekarin ti navên din lê bikin.

Der barê van sûcan de jî, berdevka wezareta derve ya Emerîkî ragihandibû ku welatê wê raporên binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî cidî lêkolîn dike.

Leave a Reply

Back to top button