Hikumeta Swêdê ji Ilham Ehmed re: Em ê Rêveberiya Xweser beşdarî komîteya destûrî bikin

Hikumeta Swêdê mekanîzmeyekê ji bo Rêveberiya Xweser pêşniyar dike da ku tevlî komîteya destûrî ya Sûrî bibe. Hikumeta Swêdê piştî 2 civînên bi Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed re, teqez kir ew ê ji bo vê yekê hemû hewldanên pêwîst bikin.

Ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî cihê xwe di Komîteya Destûrî ya Sûrî de bigire, 6’ê Cotmeh’ê, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed li Swêdê bû.

Ilham Ehmed, di 2 civînên cuda de bi Wezîra Derve ya Swêdê Anna Lindh û cîgira wê Annika Söder re rûnişt.

Di van civînan de, rewşa dawî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûrî, komîteya destûrî û qirkirina nijadî ya dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, hatin gotûbêjkirin.

Wezareta derve ya Swêdê teqez kir ku ji bo Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrî ya Sûrî de nûnertiyê bike, ew ê di warê siyasî de piştevaniyê bidin.

Li gorî wezaretê, ew ê roja duşemê, pêşinyarnameyekê pêşkêşî civîna wezîrên derve yên YE bikin.

Li gorî pêşinyarnameyê jî, wê Rêveberiya Xweser weke bi teşe û rengê xwe yê heyî, di hindirê destûrên nû de biparêzin.

An jî, wê Rêveberiya Xweser weke çavdêr tevlî komîteyê bikin.

Wezaretê diyar kir ku eger ev herdu bijarte pêk neyên, ew ê hewl bidin aliyekî çarem di komîteyê de bi cih bikin ku hem nûnertiya Rêveberiya Xweser û hem nûnertiya alîne din ku beşdarî komîteyê nebûne, bike.

Wezareta derve ya Swêdê anî ziman ku ew ê di demeke nêz de şandeyeke fermî payebilind bişînin Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo rewşa meydanî pişopînin û bi awayekî fermî piştgiriyê pêşkêş bikin.

Leave a Reply

Back to top button