”NYT” nivîsên berpirsên Emerîkî weşandin Roebuck: Tirkiye paqijiya etnîkî dike

by ehmad aseed
86 views
Rojnameya Emerîkî New York Tîmes, nivîsên rayedarên Emerîkî yên der barê qirkirina gelê kurd û guhertina demografiyê ya li Bakûrê Suriyê de weşand. Li gorî nûçeya rojnameyê dîplomatê Emerîkî Wîlliam V. Roebuck ji ber pêşî li qirkirinê nayê girtin rexneyan dike.

Rojnameya New York Times, di nûçeya xwe de nivîsên ku dîplomatên Emerîkî di navbera xwe de der barê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de kiribûn, weşand.

Li gorî nûçeyê, dîplomatê Emerîkî Wîllîam V. Roebuck robak ku niha alîkarê Nûnerê Taybet yê Suriyê yê Emerîkayê James Jeffrey e, ev nivîsandine.

Roebuck di nivîsên xwe de ji ber ku ji bo rawestandina êrîşa dagirker a dewleta Tirk zext li Tirkiye nehatiye kirin, rexneyan dike.

Roebuck’un di van nivîsên xwe yên 32 rûpelî de, destnîşan dike ku Artêşa Niştemanî a Suriye ku dewleta Tirk piştgiriye dide, paqijiya etnîkî dike.

Roebuck diyar dike ku ev bûyerên ku li herêmê rû didin encex dikare bi navê sûcên şer û paqijiya etnîkî were binavkirin.

ROEBUCK: TIRKIYE BÊ SEDEM ÊRÎŞ DIKE

Roebuck, rexneyên xwe yên ji bo êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de jî weha tîne ziman:

“Rojekê dema dîrok bûyerên ku îro rû didin nivîsand, wê mirov vê pirsê bikin: ‘Ma çawa çêbû û ev rayedar pêşî li Tirkiye negirtin an ji bo jê re bibin asteng zimanekî hîn tundtir bikarneanîn.’ Ev operasyona ku bêsedem pêk hat hişt ku 200 zêdetir însan werin kuştin û ji 100 hezarî zêdetir însan, -ku ev hêjmar her roj zêde dibe-, malên xwe biterîkînin.”

Wîllîam V. Roebuck her weha destnîşan dike ku eger Emerîka destûrê bide dagirkeriya Tirkiye, ev wê destketiyên ku piştî tunekirina DAIŞ’ê hatine bidestxistin ji holê rake û DAIŞ li herêmê wê ji nû ve bi hêz bibe.

Dîplomatê Emerîkî her weha diyar dike ku vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê ye şaş e û Emerîkayê wê berdelê vê yekê bide.

Balkêş e ku ev nivîs berî serdana îro ya Nûnerê Taybet yê Suriyê yê Emerîkayê James Jeffrey a Tirkiyeyê hat weşandin.

MEZLÛM EBDÎ: NIRXANDINÊN ROEBUCK RAST IN

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twetterê diyarkir ku nirxandinên dîplomatê Emerîkî Wîllîam V. Roebuck rast in û heta niha jî Emerîka êrîşên artêşa Tirk ranewastandiye.

Mezlûm Ebdî got: “Amerîka dikare hin kedên mezin bide da ku êrişên artêşa Tirk rawestîne.”