PARTIYÊN SURYAN ASUR Û KILDANÎ TIRKIYÊ BI VAN ÊRÎŞAN HEWL DIDE DAIŞ’Ê JI NÛ VE ZINDÎ BIKE

by maher enez
108 views

Partiyên Suryan, Asur û Kildan daxuyaniyek hebeş dan û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê wekî xeteriyekê bi nav kirin û şermezar kirin.

Partiyan di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û wiha gotin:

Ev êrîşên ku tên kirin di dema ku Sûriyê gavan ber bi aramiyê ve davêje.

Ji bo wê ev êrîş tê wateya kûrkirina aloziya li Sûriyê.

Partiyan diyar kirin ku Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike .

Partiyan bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekine û bêdeng nemîne.

Partiyên daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê

Partiya Yekitiya Beyt Nehrên a Niştimanî ya Iraqî

Partiya Suryan a Ewropî

Partiya Suryan a Amerîkî

Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê

Yekitiya Jinên Beyet Nehrên

Partiya Yekitiya Suryan a CÎhanî