Pederson: Nakokî di nava komîteya Destûrî de hene

Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pederson ragihand ku di civînên komîteya destûrî de gelek nakokî xwe didin der û banga rawestandina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pederson li Cinêvê di civîneke çapameniyê de diyar kir ku aliyên Komîteya Destûrî ya Sûrî li ser hin xalan li hev kirine, lê hîna nakokî hene.

Pederson destnîşan kir ku di civînan de gelek xal hatine nîqaşkirin, lê dosyaya girtî û kesên hatine binçavkirin derveyî nîqaşan ma.

PEDERSON BANGA RAWESTANDINA ŞERÊ LI BAKURÊ SÛRÎ KIR

Pederson di civîna çapemeniyê de banga rawestandina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kir û tekez kir ku wê civînên Komîteya Destûrî yên dema pêş di 25’ê Mijdarê de bên lidarxsitin.

SANA: OPOZÎSYON GOTÛBÊJKIRINA DOSYAYA ŞERÊ TERORÊ RED KIR

Ji aliyê din ve ajansa SANA’yê ragihand ku nûnerên rejîmê di civînên Komîteya Destûrî de, dosyaya ”Şerê li dijî terorê” pêşkêş kiriye, lê aliyên din ku navê opozisyonê li xwe dikin, ev dosya red kirine.

30’ê meha borî xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê dest pê kiribûn.

Komîte ji 150 endamî pêk tê û niha civînên ”Komîteya Piçûk” ku ji 45 endamî pêk tê, tên lidarxisitin.

Di nava vê komîteyê de nûnerên 5 milyon Sûrî, ango gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî cihê xwe nagirin.

Leave a Reply

Back to top button