Peymanên jinan ên Dêrazorê: Kî çi dike bila bike em dev ji axa xwe bernadin

Jinan li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Li hember van êrişan, gelê herêmê teqeziyê bi berxwedanê dike.

Girêdayî mijarê endama Rêveberiya Meclisa Qanûnsaz a Kantona Dêrazorê Duha El Salih got:

“Dewleta Tirk a dagirker, piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe ku li azadiya xwe digere û axa xwe diparêze.”

Cîgira Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel jî êrişên dewleta Tirk û di heman demê de bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî şermezar kir.

Şehnaz soz da ku berisva gelê herêmê xurt be û dê li hember êrişan û ji bo ku gel azad bijî, berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

Back to top button