Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî agirbesta ragihandî nebûye û ji dema agirbestê bêhtirî 108 êrîş pêk anîne.
Fermandarêiya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina wê ji agirbestê re daxuyaniyek da raya giştî.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî agirbesta ku navbera wê û Emerîkayê de û bi şêwra bi QSD’ê re pêk hatiye nabe.
Tevî vekişandina hêzên me û pabendiya me bi agirbestê re, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û dagirkirina wê ji herêmên ji derveyî lihevkirinê berdewam in.
QSD: JI DEMA AGIRBESTÊ DEWLETA TIRK HEZAR Û 100 KM DAGIR KIRIYE
QSD’ê destnîşan kir ku ji roja agirbest hatiye ragihandin, dewleta Tirk derdora hezar û 100 KM çargoşe , ku 56 gundî nava xwe de vedihewîne dagir kirine.
Her wiha QSD’ê tekez kir ku ji roja agirbest hatiye ragihandin derdora 30 hezar sivîl koçber bûne û gelek şehîd û birîndar bûne.
QSD: DEWLETA TIRK 108 ÊRÎŞ PÊK ANÎNE Û 182 ŞERVANÊN QSD’Ê ŞEHÎD BÛNE
Der barê êrîşan de jî QSD’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 108 êrîş pêk anîne.
110 deverên ji derveyî herêma operasyonên leşkerî hatine topbarankirin.
Di encamê van êrîşan de û di çarçoveya parastina rewa de 182 şervanên QSD’ê şehîd û 243 jî birîndar bûne,
Di dawiyê QSD’ê bang li dewleta qaşo garanto kir ku li dijî van binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi erka xwe rabe û helwesteke cidî nîşan bide.