Dewleta Tirk binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armac

Xwest binesaziya herêmê wêran bike û gel bê çare bihêle.
Em behsa êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û hedefkirina binesaziya wê dikin.
Ji bo komkirina agahiyan ser cihên bûn ku hedef, îro nûnerên 34 partiyên siyasî çûn serdana stasyonên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn bombebarankirin.

23’ê Kanûna 2023’an dewleta Tirk dest bi êrişeke berfereh ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Dagirkeriya Tirk hemû çavkaniyên jiyanê da ber xwe û bêserûber binesaziya herêmê bombebaran kir.

Bi tayîbet êrişî stasyonên xizmetguzariyê hatin kirin.

Îro şandeyeke ji 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana stasyonên xizmetguzariyê kirin.

Qamişlo-Nûnerên Partiyên Aiyasî serdana stasyonên enerjiyê kir

Şandeya partiyan destpêkê çûn stasyona kehrebeyê ya li Qamişlo û ji rayedarên Desteya Enerjiyê têkildarî ziyanên pêk hatine agahî wergirtin.

Rayedaran ji nûnerên partiyan re da zanîn ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye, elektirîk li ser bajar û gundewarên Qamişlo hatiye birîn.

Her wiha parçeyên ku zirar dîtine, nayên çaksazkirin, divê bi temamî werin guherandin.

Piştî serdanê, şandeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker sîstema qirkirin û sûcên şer e.

Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya qirker pêdiviyên gel yên jiyanî û projeya neteweya demokratîk dike hedef.”

Partiyên Siyasî: Em ê bi têkoşînê hemû deskeftiyên şoreşê biparêzin

Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû.

Em li vir in, em ê bi tekoşîna xwe hemû deskeftiyên şoreşa Rojava ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li ber xwe bidin.

Şandeya partiyên siyasî piştî gerîna li stasyona kehrebeyê Ya Qamişlo berê xwe da stasyona petrolê ya Ûda a li navçeya Tirbespiyê.

Tê payîn ku şande piştre jî berê xwe bide stasyona Swêdiyê ya bajarokê Rimêlanê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk man

Back to top button