LI MISRÊ ŞERÊ TERORÊ

Fermandariya giştî ya hêzên artêşa Misirê ragihand ku di nava operasyona leşkerî ya “Sîna’a 2018” 18 çete û serbazekî wan hatin kuştin.

Artêşa Misirê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan çend deverên çeteyan li bakurê Sîn’ayê armanc girtin û di encamê de 8 çete hatin kuştin û 129 jî hatin binçavkirin.

Li herêma El-Erîş  jî hêzên ewlehiyê 10 çete kuştin û 147 deverên ku ji xwe re kiribûn sitargeh, hatin rûxandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku hêzên ezmanî 25 erebeyên çeteyan li ser sînorên rojavayî Misirê rûxandin.

Fermandariya hêzên artêşa Misirê tekez kir ku wê operasyona “Sîna’a  2018” a ku di Sibata borî de dest pê kiribû, bidome.

Leave a Reply

Back to top button