Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan: Di nava komên çekdarî yên Tirkiyê de DAIŞ’î hene

Dereng bê jî êdî hin sazî têkiliya Dewleta Tirk û DAIŞ’ê tînin ziman.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku, çeteyên DAIŞ`ê di nava komên çeteyên Sûrî yên çekdar de hene û li kêleka artêşa dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên ku berê di nav DAIŞ’ê de bûn niha bi navên cûda ve li kêleka artêşa tirk li dijî QSD’ê şer dikin.

Rêxistinê mînaka Ebû Usame El-Şamî da û diyarkir ku ev kes berê di nav DAIŞ’ê de fermandar bû piştre di sala 2017’an de li ser Idlibê re çû Tirkiyê û li wir perwerdeya leşkerî dit.

Her weha diyar kir ku El Şamî, piştî dewre bi dawî bû bi navekî din B.X.A vedigere û di nava komên girêdayî Tirkiyê di nava operasyona Şaxê Zeytûn de şer dike.

Ew kesê niha li Girê Spî dimîne , di nava hêzên taybet ên tabûra El-Hemzat ya girêdayî Tirkiyê de di nava operasyona Nei El-selam de tev digere.

Ji bilî vî çeteyî, çeteyên bi navê Seid Şihaze El-Bethawî ku DAIŞ`iyekî berê ye, ji Girê Spî ji gundê El-Misterîhe ye.

Lê ev kes herçiqas navan biguherin jî bi rêbazên DAIŞ’ê ve tevdigerin sûcên şer dikin.

Wek darvekirinan meydanî derheqê sivîla, lîstina bi cinazeyê şervan Amara û qetilkirina Hevrîn Xelef.

Leave a Reply

Back to top button