Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo got, îdîa kir ku ew ê piştevaniya hêzên QSD’ê bikin û bang li welatên Ewrupayê jî kir ku piştevaniya gelê kurd bikin.
Mike Pompeo li paytexta Almanya Berlînê di Wexfa Korber de axivî.
Pompeo diyar kir ku piştevaniya wan a li bakurê sûrî ji bo hêzên QSD’ê dewame û got:
Emerîka ji bo QSD’ê alîkariyek mezin da.
Fransa û Ingiltere jî piştevanî kir û bi vî awayî derbek mezin li çeteyên DAIŞ’ê hat xistin.
Em bi van şanazin.
Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo Ewropa bibîrxist û banga têkoşîneke hevpar a li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.
SEROKA DESTEYA RÊVEBER A MSD’Ê ILHAM EHMED:
DIVÊ YE LI DIJÎ DEWLETA TIRK HELWESTÊ NÎŞAN BIDE
Her wiha Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Ilham Ehmed jî ji ajansa Reuters ê re axivî û got:
Divê YE li dijî dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî û bihêz be da ku rastî pêleke ji çeteyên DAIŞ’ê neye.
Ilham Ehmed tekez kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de gelên herêmê bi çekên Ewropî tên kuştin û banga qedexkirina firotina çekan ji bo dewleta Tirk kir.
Ilham Ehemd bang li Ewropayê kir ku ji bo rê li ber revîna çeteyên DAIŞ’ê bê girtin, 2 hezar leşkerî bişîne Sûriyê da ku sînorê bi Tirkiyê re bê parastin.