Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Dagirkerî dibe sedema pirsgirêkên mirovî

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê pirsgirêkên mirovî yê mezin bi xwe re bîne.

Piştî ku dewleta tirk a dagirker dest bi êrişên xwe yên dagirkirina Rojava kir, li Swêdê 17 parlamenterên “Koma Piştevaniya Kurdan” nameyek ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde re şandin û ji wan xwestibûn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tedbîran werbigirin.

Ann Lînde bersiva nameya parlementeran da û bibîrxist ku berê jî jî ji ber dagirkeriyê û zilma ku li dijî Kurdan û pêkhateyên herêmê dike, dewleta Tirk şermezar kiriye.

Lînde destnîşan kir ku dagirkerî li dijî peymanên navneteweyî ye, wê aramiya herêmê xira bike û pirsgirêkên mirovî yên mezin bi xwe re bîne.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê bi bîr xist ku Swêdê firotina çekan ya ji bo Tirkiyê rawestandiye û ji bo welatên Ewropayê jî heman helwestê nîşan bidin, ev mijar anîne rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Leave a Reply

Back to top button