PÊŞMERGE HESEN KOBANÎ: BEŞDARIYA MIN DI BERXWEDANA KOBANÊ DE WATEDAR BÛ

Pêşmerge Hesen Heme Elî, wek Hesen Kobanê tê nasîn û di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû û birîndar bûbû.

Pêşmerge Hesen got ku roja beşdariya wî di berxwedana kobanê de ew roja herî watedar bû di jiyana wî de.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Kobanê dan destpêkirin.

Ji bo parastina wê, ji tevahiya kurdistan û cîhanê her kes berê xwe da kobanê.

Parlamentoya Başûrê kurdistanê jî di wê çaxê de biryar girt ku komek ji pêşmergeyan bişîne kobanê.

Karwana pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê 28’ê Cotmeha 2014’an di Bakurê Kurdistanê re xwe gihandin Kobanê.

Wê demê çend pêşmerge jî di berxwedanê de birîndar bibûn.

Yek ji wan pêşmergeyên ku birîndar bûbû jî Hesen Heme Elî yê ji herêma Germiyanê ye ku hîn jî birîna wê baş nebû ye.

Pêşmergeyê bi navê Hesen Heme Elî ku piştî berxwedana Kobanê di nava gel de weke Hesen Kobanê tê nasîn û di 23’yê mijdara 2014’an de li Girê Şehîd Ciwan yê Kobanê birîndar bûbû.

Hesen wiha behsa wê demê û dibêje ew roj a di jiyana min de ya herî watedar e û ez serbilind im.

Hesen diyar kir ku dema karwana wan di Bakurê Kurdistanê re derbas dibû, gel wan pir germ pêşwazîkirine û ruhekî neteweyî ava kir.

ME LI KOBANÊ DÛRÎ FIKRÊ PARTÎGIRIYÊ BERXWE DIDA

Pêşmergeyê Germiyanî Hesen Kobanê got:

“Me li Kobanê dûrî fikrê partîgeriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li berxwe dida.

Ez li Girê şehîd Ciwan birîndar bûm, lê me li wir serkeftin bidest xist.”

DIVÊ BERXWEDANIYA KOBANÊ BIKEVE DERSÊN DÎROKÊ YÊN DIBISTANAN

Û ji bo nifşên nû Berxwedana Kobanê nas bikin, pêşmerge Hesen Kobanî daxwaz ji hikûmetê û wezareta perwerdeyê ya Başûrê Kurdistanê kir ku berxwedana Kobanê bixin nava dersên perwerdehiya dîrokê yê herêmê.

Leave a Reply

Back to top button