Beşar El-esed: Erdogan piştgiriya terorê dike

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed diyar kir ku Erdogan piştgiriya terorê dike. El-Esed anî ziman ku mijara şandina penaberan ber bi Ewropayê ve mijareke xeternak e, lê ya ji wê xetertir piştgiriya Erdogan a teorîstên li Sûriyê ye.

Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed ê di hevdîtineke taybet a televîzyona Rûsî RT de li dijî Erdogan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku Erdogan piştgiriya terorîstan dike.

Beşar El-Esed Yekîtiya Ewrûpayê jî rexne kir û got:

Têkiliyên di navbera YE û Erdogan de dualî ne.

Beşar El-esed: Têkiliyên ”YE” yên bi Erdogan re dualî ne

YE dizane ku ”Erdogan Islamiyekî radîkal e û wê terorîstan bişîne Ewropayê, lê tevî wê jî pêwîstiya YE bi Erdogan heye.”

Esed destnîşan kir ku ”mijara şandina penaberên li Tirkiyê ber bi Ewropayê ve mijareke xeternak e , lê ji wê xetertir piştgiriya Erdogan a ji terorîstan re ye.”

Beşar El-esed: ”YE” piştigiriya terorîstan dike û ji penaberan ditirse

Esed got, ”YE ji çend milyon penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin ditirse, di heman demê de piştgiriya bi hezaran terorîstan dike.”

Serokê rejîma Sûrî berî niha jî di hevdîtineke xwe de Erdogan weke alîgirê terorê bi nav kiribû û gotibû ”ne şerefek e jê re ku hevdîtinan li gel Erdogan pêk bîne”, lê li gorî idîayên Esed ”berjewendiyên giştî vê yekê dixwazin.”

Leave a Reply

Back to top button