Li Amed û Stenbolê bi dehan kes hatin binçavkirin

Dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê jî zextên xwe dijwar dike.
Yek ji şaredariyên HDP yên din Armûşê hate dagirkirin.
Ji aliyê din ve li Amed û Stenbolê di çarçoveya qirkirina siyasî de, polîsên AKP’ê bi dehan kes kirin binçav kirin.

Dewleta Tirk ku doh hevserokên şarêdariya HDP ya navçeya Armûş a Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt hatin binçavkiribûn, îro jî şarêdariya HDP Armûşê dagir kir.

Di dewsa hevserokên HDP qeyyûm anîn ser şarêdariyê û bi vê yekê hêjmara şaredariyên HDP yên hatine dagirkirin bû 16.

Ji aliyê din ve operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin û li Amedê polêsan bi ser gelek malan de girtin.

Polêsan piştî serdegirtinê tevî 2 endamên Meclîsa Şarêdariyê 4 kes kirin binçavan.

Li Stenbolê jî polêsan bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes kirin binçavan.

Tevî yên doh hêjmara kesên di serdegirtina malan de hatine binçavkirin derket 33’yan.

Leave a Reply

Back to top button