Artêşa Tirk êrîşî xebatkarê Heyva Sor kir

Sicîla sûcên şer yên dewleta Tirk her roj girantir dibe.

Artêşa Tirk îro careke din êrîş bir ser xebatkarên tendûristiyê û yek ji xebatkarên Heyva Sor birîndar kir.

Xebatkarên Heyva sor yê li nexweşxaneya Şehîd Legerîn kar dikirin, dema ji bo rizgarkirina birîndaran berê xwe dan gundê Dildara yê nêzî Til Temirê rastî êrîşê hatin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê tîma tendirustiyê kirin hedef û di encamê de xebatkarê tendirûstyê yê bi navê Aram Ehmed birîndar bû.

Aram Ehmed ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê di 13’ê Cotmehê de jî li Sulukê 3 xebatkarên Heyva Sor yên li ser kar bi saxî girtibûn û bi êşkenceyên hovane wan şehîd kiribûn.

Di 3’ê Cotmehê de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî Til Temirê êrîşî rêxistina Emerîkî Free Burma Rangers kiribûn û xebatkarê tendûristiyê yê bi navê Zau Seng jiyana xwe ji dest dabû.

Leave a Reply

Back to top button