Rêveberiya Xweser: Divê gel û bazirganên me malên tirkiyê nekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li hemû sazî û bazirganên ku kelûpelên Tirkiyê boykot kirin, spasiya xwe kir û ji dewletên cîhanê xwest ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bikin.

Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi pêşengiya Koordînasyona Zanîngehên Rojava û xelkên Başûrê Kurdistan kampanya boykotkirina malên dewleta Tirk hate destpêkirin.

Ev pengav mehek li pey xwe hişt û her ku diçe berfireh dibe.

Rêveberiya Xeser jî derbarê kampanyayê de daxuyaniyek da û di serî de Koordînasyona Zanîngehên Rojava û li hemû sazî, bazirgan û welatparêzên li Sûriyê û cîhanê yên ku kelûpelên dewleta Tirk boykot kirine sipasî kir.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de ev bang kir: “Divê gelê me kelûpelên dewleta Tirk boykot bikin. Bang li dewletên cîhanê dikin ku li ser rejîma Tirkiyê ya ku qirkirina etnîkî, sûcên şer û guhertina demografiya herêmê dike, cezayan ferz bikin.”

Leave a Reply

Back to top button