Li Reqayê bi operasyoneke taybet şaneyekî veşartî ya DAIŞ’ê girt

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD`ê ragihandin ku bi operasyoneke taybet li bajarê Reqayê şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê hate girtin.

Têkildarî çalakiyê QSD’ê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku şaneya hatî girtin demek dirêj ji aliyê Yekîneyên Ewlekariye ve hat şopandin û di 8’ê Mijar de hat girtin.

Bi şaneya ku ji 6 kesan pêk dihat re gelek alavên teqemeniyê hebû.

Şaneyê bi van teqemeniyan gelek cih û sazî kiribûn hedefa êrîşên xwe.

Her weha şaneyê gelek jinên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê ji kampan reviyabûn jî girtibûn.

Leave a Reply

Back to top button