Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike

Piştî ku doh ciwanê kurd yê bi navê Serxwebûn Elî li ser sînor ji aliyê panzerên artêşa Tirk ve hat şehîdxistin, Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir.
Rêveberiyê diyarkir ku dewleta Tirk qanûnên navnetewî bin pê dike û bang li rayagiştî kir ku van êrîş û kiryarên dewleta Tirk rawestînin.

Bi Sedan şêniyên gundên Girkê Legê û Dêrikê, doh dewriyên Rusya û dewleta Tirk a dagirker a ku li ser xeta sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê geriyan, şermezar kirin.

Li gundê Sermsaxê yê bakurê navçeya Girkê Legê gel li dijî dewriya artêşa Tirk xwepêşandan li dar xistin û dewriye dan ber kevir û şekalan.

Leşkerên dewleta tirk a dagirker destpêkê bi bombeyên xazê êrîş bir ser sivîlan.

Lê artêşa dagirker bivê re sînordar nema û panzêra wan li gundê Sermisaxê ya Girkê Legê pêl sivîlê bi navê Serxwebûn Elî kir û Serxwebûn li cihê bûyerê şehîd bû.

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de nêzî 10 sivîl jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê van êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got:

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser sînor hemû qanûnên navdewletî binpê dike û di van kiryarên xwe de bi israr e.

Êrîşên dewleta Tirk a li dijî sivîlan
Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta Tirk guhertina demografîk e

Dewleta Tirk bertekên şêniyên herêmê yên li dijî dagirkeriya wê paşguh dike û dixwaze bi her awayî şêniyên herêmê koçber bike da ku planên xwe yên guhertina demografiya herêmê pêk bîne.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de kiryarên ne-exlaqî yên dewleta Tirk a li dijî sivîlan, nemaze li dijî ciwanê bi navê Serxwebûn Elî şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanebûn pêl Serxwebûn kiriye.

Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk rawestîn in

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser bang li raya giştî û rêxistinên hiqûqî kir ku bi awayekî lezgîn van êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button