HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT LI ERMENISTANÊ

Li Ermenîstanê ji meha Nîsanê ve krîza hikumetê heye.

Hilbijartinên pêşwext ji bo meha Kanûnê hate taloqkirin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşîniyan meha bihurî îstifa kiribû û ji ber ku parlamentê nekarî serokwezîrekî nû hilbijêre, biryara hilbijartina pêşwext hatibû dayin.

Li gorî Destûra Bingehîn, ji ber ku bi du dengdanan serokwezîr nekarî were hilbijartin, parlament fesx bûbû.

Heta 30 an jî 45 rojan divê hilbijartineke giştî were kirin.

9’ê Kanûnê ji bo hilbijartina pêşwext hate diyarkirin.

Biryara li ser dema hilbijartina pêşwext ji aliyê Serokkomar ارمان ساركيسيان Arman Sarkîsyan ve hate weşandin.

Serokwezîr نيكول باشنيان Nîkol Paşîniyan jî ku bi rengekî demkî wezîfeya xwe didomîne, li ser hilbijartina pêşwext peyameke pîrozbahiyê weşand.

Paşîniyan hêvî dike ku bi hilbijartina pêşwext re dawî li krîza hikumetê were anîn ku bi mehane dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button