Baskê meşê wan li navçeyên Colemêrgê bûn

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya li Bakurê Kurdistanê di roja duyemîn de dewam ki
Ji baskê Meşê Wan îro li navçeyên Colemêrgê, Qers jî navçeya li navçeya Dîgorê bû.
Di meşê de peyama “Kurdistan li benda dengek ji Îmraliyê derkeve ye” hat dayîn.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd di roja duyemîn de ye.

Doh bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk welatiyên Wan û Qersê starta meşê dan.

Baskê meşê yê bajarê Wanê îro gihişt navçeya Şemzînan a Colemêrgê.

Meşvanên ku li navenda bajêr bi gel re hatin bahev, bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên ku bi coş hatin pêşvazîkirin heta avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê ya Navçeyê meşiyan.

Welatiyên li ser rêya meşê bi çepik û îşareta serkeftinê piştgirî da meşvanan.

Meşa mezin a azadiyê: Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku kesên ew pêşwazî kirin silav kir, wiha got:

“Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye.

Divê teqez ev tecrîd were rakirin.”

Îrmez, anî ziman gelên Tirkiyê û Kurdistanê ji bo aştiyê li bendê ye ku ji Îmraliyê dengek derkeve.

Piştî axaftinan govend hate gerandin û meşvanên Azadiyê ber bi rawestgeha din ve bi rê ketin.

Rawestgeha din a meşvanên Wanê navçeya Geverê bû.

Baskê meşê yê Qersê li bajarokê Bazarcix ê navçeya Dîgorê bû

Baskê Meşê yê Qersê jî ku îro di saetên serê sibehê de bi rê ketin derbasî bajarokê Bazarcix ê navçeya Dîgorê bûn.

Girseya gihişt li wir, daxuyaniyek da.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got:

“Pirsgirêka kurd dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”

Dayika 80 salî Zarîf Anli ku meşvan pêşwazî kir jî anî ziman ew ê her tim vê têkoşînê bidomînin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan kesên di Komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin bi bîr anî.

Ocalan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, meşa me ya ji bo gelê me û rêberê me wê bidome.

Meşvan, piştî daxuyaniyê bi dirûşmên li navenda navçeyê dest bi meşê kirin.

Meşvanên azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn

Piştî meşa saetekê, meşvan çûn cihê 17 kesên di sala 1993’yan de li Dîgorê hatine qetilkirin

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal li wir axivî û komkujiyên KomaraTirkiyê bibîrxist.

Newroz Uysal diyar kir di şexsê şehîdên Azadiyê de wê berxwedana wan mezintir bibe û bidome.

Meşvan piştre jî ber bi navçeya Tozanê ve ketin rê.

Li bajarê Wan û Qersê starta ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ hate dayîn

Back to top button