Li Rojava plana “Kembera Tirkan” Tirkmenan li xaka Kurd û Ereban bi cih dikin

Dewleta Tirk li ser herêma Rojava ya dagir kiriye dixwaze ‘Kembera Tirkan’ ava bike.
MÎT û Îdareya Koçberiyê ya dewleta Tirk dixwazin malbatên çeteyan ên ji komarên Tirkan kom kirine li vir bicîhbikin.

Dewleta Tirk ku piştî dagirkirina xakên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê malbatên çeteyan li vir bi cîh dike, dixwaze li vê herêmê ‘Kembara Tirkan’ ava bike.

Li gorî agahiyan, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ji bo hin malbatên ji komarên Tirkî anîne Tirkiyeyê, li Serê Kaniyê û Girê Spî bi cih bike ketiye nava hewldanan.

Ev koçberên ji Asya Navîn anîne, niha li Stenbol, Hatay, Dîlok û Rihayê li navendên koçberan dimînin.

Lê belê ji bo bi koordîneya îstîxbarata Tirk li ser xeta Serêkaniyê-Girê Spî bên bicihkirin bi lez û bez dest bi kar kirine.

Li gorî agahiyan, Rêxistina Îstîxbarata Tirk-MÎT ji bo wan li van herêman bi cîh bikin bi gelek malbatên ji Tirkistan a Rojhilat, Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacîkistan, Kazakistan, Azerbaycan û Efganistanê koçî Tirkiyeyê kirine, hevdîtinan dike.

Her weha yên destpêkê werin bicîhkirin jî wê malbatên çeteyan bin û saziyên Îdareya Koçberiyê, Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê jî hemû pêdiviyên wan bi cîh bînin.

LI ROJAVA PLANA “KEMBERA TIRKAN”
DESTPÊKÊ WÊ MALBATÊN ÇETEYAN BÊN BICIHKIRIN

Tê gotin, ji bo avakirina ‘Kembera Tirkan’ a li xeta Serêkaniyê û Girê Spî, tê plankirin ku malbatên ji komarên Tirkî wê ji sînor heta bi kûrahiya 5 kîlometreyî bên bicihkirin û yên ji Sûriye jî li herêmên wêdetir bên bicihkirin.

LI ROJAVA PLANA “KEMBERA TIRKAN”
ÇETEYÊN JI ASYA NAVÎN, LI SER XETA SÎNOR BI CIH DIKIN

Her weha dema ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, dewleta Tirk komên weke Sûltan Mûrad, Sûltan Suleyman Şah, Sûltan Mehmed Fatîh, Mûntasir Bîllallah û Semerkant ku tê gotin ji ‘Tirkmenan’ ava kiriye, li deverên stratejîk ên xeta sînor bi cih kiribû.

Dewleta Tirk vê planê li gorî Mutabaqata Edeneyê ya di 20’ê Cotmeha 1998’an de bi rejîma Sûriyeyê re mor kiribû dixe dewrê û ji bo xala “şopandina ji nêz ve ya 5 kîlometreyî” bixe meriyetê, demografiya herêmê diguhere.

Beriya niha jî li Efrîn, Ezaz û Cerablûsê jî, piştî dagirkirinê heman taktîk hatibû meşand û çeteyên ji Asya navîn li ser sînorê Sûriyê û Tirkiye hatibûn bicîhkirin.

LI ROJAVA PLANA “KEMBERA TIRKAN”
NASNAMEYÊN TIRKMENAN BI YÊN SÛRÎ DIGUHERÎNIN

Dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya herêmê ev demeke dirêje dixebite.

Berê jî nasnameya gelek malbatên ji Asya Navîn koç kiribûn guhertin û weke ku ji bajarên Sûriyê Hesekê, Reqayê û Helebê koçber bûne qeyd kirin.

Bi vê yekê dixwazin ji raya giştî ya cîhanê re weke ku bi zorê koçber bûne nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button