Pîr Zeynel: Sûcên şer ên dewleta Tirk giran dibin

Nûnerên partiyên siyasî û Rêxistinên Civakî yên li Edeneyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Rêxistinan destnîşan kirin ku her diçe sûcê şer yê dewleta Tirk girantir dibe û xwestin êrîş demildest bên sekinandin.

Rêxistinên Civakî yên li Edeneyê anîn ziman ku dewleta tirk a dagirker li herêmê sûcên şer dike û her ku diçe ev yek zêdetir dibe.

Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Edeneyê Pîr Zeynel anî ziman ku divê her kes li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bike û got,

Dewleta tirk li ser xakekê ku ne ya wê ya xwînê dirijîne.

Ev yek nayê qebûlkirin.

Tirkiye bê destûr ketiye Sûriyeyê. Demildest divê jêd erkeve.

Her diçe sûcê şerî yê dike girantir dibe.

YUKSEL: ŞER TUNEKIRINA TENDURISTIYA CIVAKÊ YE

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê Mûzaffer Yuksel jîbîr xist ku şer mirin e û weha axivî:

Şer tunekirina qadên ekolojîk e, birçîbûn û xizanî ye.

Şer, tunekirina tenduristiya civakê ye.

Kesên tim ji gel dipirsin ‘fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye” ma haya wan jê heye ku tenduristiya mirovan çiqasî dike?

Ma dizanin şûşeyeke xwîn bi çi qasî ye?

“JIN Û ZAROK PERÎŞAN DIBIN”

Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê ya Edeneyê Ahmet Aydogan jî anî ziman ku ew li dijî vî şerî ne û got:

“Divê Tirkiye li gor peymanên mohr kiriye tev bigere û demildest vî şerî rawestîne.

Her diçe sûcê şer girantir dibe.

Seroka Partiya Kedê ya Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek jî destnîşan kir ku di vî şerî de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin.

Bek diyar kir ku pêdivî bi aştiyê heye û got:

Demildest divê Tirkiye dev ji vê şaşiya xwe berde.

Her wiha Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor jî destnîşan kir ku ew parêzvanên mafên mirovan in û li dijî şer in.

Leave a Reply

Back to top button