103 rojin agahî ji rojnamaevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev bû 103 roj in agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Têkildarî mijarê Rêveberê Desteya Mafê Mirovan ya li Silmaniyê Sabîr Abdullah axivî û got:
“Binçavkirina rojnamevanan binpêkirinek eşkere ya dijî mafê mirovane.
Divê rojnamevan neyên girtin, li gorî yasa û madeya 35’a ya karê rojnamevaniyê danûstandin ji wan re bê kirin.”

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ku ji aliyê desthilata PDK’ê hatiyê revandin û ev 103 e agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe metersînek mezin li ser jiyana Silêman Ehemd mezin dibe.

PDK’ê rê nade ne parêzerne jî malbat keseke hevdîtinê li gel wî bike.

“Li herêma Kurdistanê azadiya fikir û ramaê rojnamvanê nîne”

Derbarê mijarê de Rêveberê Desteya Mafê Mirovan ya li Silêmaniyê Sabîr Abdullah axivî.

Sabîr Abdullah diyar kir ku li gorî danezana mafê mirovan karê rojnamevaniyê yek ji mafê sereke yê mirovane, divê azadiya fikir û raman hebe û rêz lê were girtin wiha got:

“Divê li Herêma Kurdistanê prensîbên mafê mirovan derbasî karê rojnamevaniyê jî bibin, hemû sazî rêz mafên rojnamevanan bigirin.”

Her wiha Sabîr dazanîn ku li Başûrê kurdistanê azadiya karê rojnamevanan tê binpêkirin, rojnamevan tên girtin.

Sabîr Abdullah di dawiyê wiha dibêje:

“Binçavkirina her rojnamevanek dervey yasa û bê biryara dadwer, binpêkirinek eşkere ya li hemberî mafê mirovane.

Divê rojnamevan neyên girtin, dema tên binçavkirin jî divê li gorî yasa û madeya 35’a ya karê rojnamevaniyê, danûstandin bi wan re were kirin.”

Ev 102 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button