71 rojin çalakiya Greva Birçîbûnê ya girtiyan didome

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, girtiyên siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ev 71 roj in, di greva birçîbûnê de ne û hîna jî ev çalakî berdewam e.

Ji 27 mijdara 2023’an ve, ev girtî bi doza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” girtiyan di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest bi wê çalakiyê kiriye.

Tevî agahiyên xerabûna rewşa wan a tenduristî jî, lê belê heta niha jî ev çalakî dom dike.

Li gor wan dê ev çalakî heta 15’ê sibatê bi vî rengî be.

Bi armanca piştigirya wan, xizmên girtiyan li 7 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê çalakiyên nobetên edaletê dane destpêkirin û heta niha jî dewam dikin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên li zindanan 70 roje didome

Back to top button