HRE: Di çalakiya tolhildanê de serçeteyek hat kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiy tolhildanê de, serçeteyek hate kuştin.

HRE`yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li herêma Ezazê çalakiyek taybet li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.

Di dîroka 9`ê Mijdarê de hêzên me li gundê Şimêrin a herêma Ezazê li dijî ser çeteyekî yê koma bi navê Firqet El-Şimal çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de tevî ser çeteyê koma navborî endamên wan jî hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”

Leave a Reply

Back to top button