Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Demhat Tirbespiyê oxirkirin.
Şervanê Hêzên Suriye Demokratîk Elî Elwan El-Xelîfe bi nasnav Demhat Tirbespiyê di berxwedana rûmetê ya li gundewarên Til Temirê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo oxirkirina cangoriyê xwe li Goristana Şehîd Dilşêr a li navçeyê kom bûn.
Piştî merasîma leşkerî Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê Telet Yunis axivî û got,
Hêzên Suriye Demokratîk li dijî dagirkeran parastina erdê Suriyê dike û nahêle ku axa Suriyê parçe bibe.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogana de hat oxirkirin.