Şandeyek ji jinên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya Berxwedana Rûmetê li dijî dewleta Tirk a dagirker, gihişt Rojava.
Şandeya ku di deriyê Sêmalka re derbas bû, ji 12 jinan pêk tê.
Di nava şandeyê de Endama Rêxistina Rîbak a Jinan bijîşk Wijdan Nûredîn, Hevseroka Berê ya Partiya Çareserî ya Demokratîk a Kurdistanî Necîba Umer, Berpirsa Navenda Zerdeşt Awaz Nîzam, Seroka Meclisa Şaredariya Silêmanî ya Tevgera Azadî Şihîn Mihemed û rojnamevan Jîno Mehmûd cih digrin.
Şandeyê diyar kir ku armanca serdana wan piştgiriya bi Bexwedana Rûmetê re ye.
Tê payîn ku şande serdana çend bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên jinan bike.