Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bacên mehane li ser şêniyan sepand in

Rûyê dewleta tirk a dagirker careke din di kirinên çeteyên wî de xuya dike.
Çeteyên Ehrar El Şerqiyê yên dewleta tirk çawan li Efrînê mal û milkê şêniyan didizîn û talan dikin, niha li Girê Spî jî heman kirinan dubare dike.

Çavkaniyeke ji bajarokê Hemam El-Tirkman ya Girê Spî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê destê xwe danîn ser erebeya dikandarê Înternêtê Ûsama Ebdulrezaq.

Çavkaniyê diyar kir ku çeteyan bi hinceta beriya dagirkeriyê Usama înternet dida saziyên rêveberiyê bac li ser birîne û dest danîne ser dikana wî.

Belê ev kirin bi Ûsama re sînordar nema û çeteyan dest danîn ser dikana Luaî Eswed.

Çeteyan bi hinceta ku ew birîndarên xwe yên di şerê li hember QSD’ê de derman bikin ketine dikanê.

Her çiqasî çeteyan ev yek wekî demkî diyar kiribe jî lê ji niha bac li ser piraniya cihên kar danîne.

Leave a Reply

Back to top button