QSD: Dewleta Tirk hewil dide qadên nû dagir bike

QSD’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi çekên giran û bi balafirên bê mirov êrîşên xwe yên li ser heremê didomînin.

Navenda Ragihandin û çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivsîk encamên şerên 24 saetên dawî eşkere kir û ev agahî da:

Balafirên bê mirov yên artêşa dewleta Tirk a dagirker bê navber li ser hemû herêmên bakûrê Sûriyê geriyan û cîh bi cîh êrîşan pêk anîn.

Artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîşî herêmên sîvîlan kirin û hewl dan qadên nû dagir bikin.

Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan.

Di encamê de hêjmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

QSD’ê Ragihand ku di vê berxwedanê de 5 şervan şehîd û 3 jî birîndar bûn e.

Leave a Reply

Back to top button