SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNÊ YEK BI YEK EŞKERE DIBIN

Li Efrînê rewşa dagirkerî, wêrankirin, talankirinê û revandina şêniyan ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve didomin.

Bi taybet kesê ku ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên girtin jî dibin girtîgehên li tirkiye û bajarê Ezaz yê dibin dagirkeriya tirkiyê de.

Efrîniyê ku hatibû girtin jî qala hovîtiya artêşa tirk û çeteyên wê di zindanan de li ser gel pêktîne kir.

Her wiha şênîyê Efrînî navê çend kesên ku weke MIT a tirk jî dixebitin eşekere kir.

Artêşa tirk a dagirker 18’ê Adarê navenda bajarê Efrînê dagir kir.

Piştî dagirkrinê jî artêşa Tirk û çeteyên wê dest bi revandin, êşkencekirin û talnkirina mal û milkê Efrîniyan kir.

Dagirkeran kesên ku revandin wek amûrek şantajê li hember malbatên wan bi kar anîn da ku ji wan pereyan bistînin.

Şêniyekê ku ji ber rewşa ewlekariyê ne xwest navê xwe eşekere bike diyar kir ku beriya vê ji aliyê dagirkran ve ji gundê Dimilya hatiye revandin.

Kesê Sivîl diyar kir ku piştî çend rojan ku li qebûyekî di bin erdê de maye, çeteyan ew bi buhayên ji 2 hezar dolar zêdetir firotine çeteyên Sultan Murad û got,

“Qebûya bin erdê ku ez lê dimam, girtîgeh bû di nav de jin jî zêdetirî hezar girtiyan di li wir hebûn.

Çeteyên ku ez girtim, piştre tevî 179 sivîlan ez firotim çeteyên Sultan Murad.

Careke din çavên me girtin û em birin.

Piştî ku em gihaştin cihekî ji me re gotin ku em li Tirkiyê ne.”

Kesê sivîl 6 mehan li girtîgehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê maye.

Heman sivîlî destnîşan kir ku Jin jî ji hêla çeteyên Sultan Murad dihatin êşkencekirin.

Şêniyê êşkence lêhatî kirin anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her 24 saetan parçeyek nan didan girtiyan û got,

Ji ber birçîbûnê şêniyek mir, yekî din jî di dema êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Sivîlê ku nexwest navê xwe eşkere bike jî navê çend kesên ku weke ajanan dixebitin jî eşkere kir û ev tişt anî ziman;

“2 kes bi navên Zekeriye û Ebû Şêxo ji gundê Hesen û 3 kes bi navên Neşet Umer, Nîhad Bêrem û Xalid Hesen Cafer ji gundê Şûrbe bi dagirkeriya Tirk dixebitin.”

Leave a Reply

Back to top button