Jinên Reqayê berhemên Pembo ji koçberan re veqetandin

Ji bo piştgiriya bi berxwedana rûmetê re gel di nava liv û tevgerê de ye.
Jinên Reqayê piştgiriya xwe bi berxwedana rûmetê re nîşan da, û berhemên Pempo bi berfirehiya 11 doniman ji Koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî re pêşkêş kir.

33 Endamên rêveberiya jin li gundê El-Qerqa, 11 donim ji berhrmên Pempo ji koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê re pêşkêş kir.

Jinan piştî hefteyekê ji karê zeviyên Pempo îro bidawî kirin û bi daxuyaniyekê rêvebera jin li Keramê Elîsar El-Xelef zevî pêşkêş kir.

Elîsar El-Xelef piştrast kir ku ev insiyatîf bi armanca alîkariya bi koçberên Serê kaniyê û Girê Spî yên ji ber êrîşan dagirkeriyê neçarî koçberiyê bûne ye.

Rêvebera jin li Keramê Elîsar El-Xelef daxwaz ki rêxistinên Mirovî kir ku li hemberî koçberan bi berpisyartiya xwe rabin û alîkariyê pêşkêşî wan bikin.

Leave a Reply

Back to top button