Enqere DAIŞ’iyên Ewropî vedigerîne welatên wan û zextê dike

Îro Dewleta Tirk, DAIŞ’iyên Ewropî ber bi welatên wan ve dişîne, li gorî ku hikûmetê hefteya borî ragihandibû.

Li gorî dezgehên ragihaninê yên Tirkî îro, Dewleta Tirk DAIŞ’iyê ku qaşo li gel wê girtî ne, ber bi Ewropayê ve dişîne.

Hefteya borî, wezîrê karê hindir ê Dewleta Tirk Sulyeman Soylo gef xwariû ku, wê Enqere, roja Duşemê ango îro, DAIŞ”iyên biyanî veguhezîne welatên wan.

Li gorî idiayên Soylo, bi qasî 1149 DAIŞ’iyên biyanî li gel wan girtî ne.

Şîrovekar dibêjin ku, Tirkiyê hewl dide bi vê yekê bi riya DAIŞ’ê zextê li welatên Ewropayê bike û her wiha daxwaza Serokê Emerîka Donald Trump pêk tîne.

Leave a Reply

Back to top button