Çeteyên dewleta Tirk li Serê Kaniyê ciwanek êşkence kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê sedem ciwanek ji bajarê Serêkaniyê revand û bi rengekî hovane êşkence kirin.

Piştî artêşa tirk û çeteyên wê bajarê Serê kaniyê dagir kir, ciwanê bi navê Basil Yusiv El-Ehmed girtin.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê Serê Kaniyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Basil girtin û birin cihekî ne diyar û bi rengekî hovane ew êşkence kirin.

Heta niha jî agahî ji Basil nayê girtin.

Di wêneyêk ku hatiye belavkirin de asta hovîtiya êşkenceya ku li Basil Yusiv El-Ehmed hatiye kirin, diyar dibe.

Ev wêne heman kiryarên çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li Efrînê bibîra mirov dixe.

Ji xwe dizî, talan, revandin û di berdêla serbestberdana wan de pere xwestin karê serke yê van çeteyane.

Leave a Reply

Back to top button