Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê Emerîka ji ber sûcên şer yên ku Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûrî pêk tîne ew bifikarin.
Robert O’Brien ji televsiona BBC re axivî û diyar kir ku ew dozên sûcên şer yên dewleta tirk û çeteyên wê dikin ji nêz ve dişopînin.
O’Brien dest nîşan kir ku di sedsala 21’an de cihê qirkirina komî, qirkirina etnîk û sûcên şer tune ye.
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê Emerîka îdîa kir ku Emerîka wê di vî alî de bê deng nemîne û wan ev yek ji Tirkiyê re jî aniye ziman.
Robert O’Brien diyar kir ku ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ve wî raporên gelekî bifikar dîtin û got:
Dewleta Tirk wê bi bandora cezayan hîs bike.
Wê Kongre bi praniya endamên her du partiyan cezayên li dijî dewleta Tirk erê bike.