Dewriyeyûn Rûsî û dagirkeriya Tirk îro li gundewarên Dirbêsiyê digerin

Îro çaremîn dewriyeya Rûsî – Tirkî li Bakurê Sûrî geriyan..Vê carê jî li gundewarên Dirbêsyê ye.

Di çarçoveya lihevkirina Sotçî ya 23 Cotemhê ku navbera Rûsya û Tirkiyê pêk hat, îro çaremîn dewreyaya Rûsî û Tirkî, li bakurê Sûrî û ya duyem li Dirbêsiyê pêk tê.

Li gorî agahiyên ji herêmê, dewriyê ji gundê Şêrikê yê 15 KM li Rojavayê Dirbêsiyê ye dest pê kir.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî, dewriye di gundên Bîr Kinês, Tewrat, Şefqet û Ber Kevirê re derbas bûye.

Li ser vê yekê jî dewriye bi qasî 7 KM derbasî nava axa Sûriyê bûne.

8 Mijdarê jî dewriyeya hevbeş li li Dêrik û Girkê Legê yên Kantona Qamişlo pêk hat.

Li wir û ji ber nerazîbûna gel, hêzên Tirk ciwanê bi navê Serxwebûn Elî şehîd xist û nêzî 10’an jî birînar kirin.

Her wiha berî wê bi 3 rojan jî, 14 panzerên Rûsî û Tirkî li gundewarên Kobanê geriyan.

Li gorî çavkaniyên ji herêma Dirbêsiyê, îro jî dewriye rastî nerazîbûna gel hat û kevir û boyax lê reşandin.

Leave a Reply

Back to top button